Li vê dewra axirzeman bixwişkek im li peravê Tebat bû xewna zinêr Min dil daye belayê Li pêşiya min zeryayek ji rê, kî diçe êdî nayê Dil navê qesrên zêrin Pêre ketim belayê Wextekê ez î xam bûm nîvwenda bûm li beyaran Serkanê xeyalên xwe, sêwiyê li ber dîwaran Piştî evînê min dît xeyaleke dunya Weke xunaviyekê difûre li hemana Wextekê ez î xam bûm radizam li ser ewran Dil dixwest bi firê bikeve, lê giran bûn destên vala Piştî salan min dît hêjî xamim wek zarokan Hîn jî diêşe dilê min bi gotinên necamêran Li vê dewra axir zeman, rastî jî êdî rast nayê Bext bûye xulamê text, deng biliya ye ji xwezayê Li pêşiya min nexşeyek ji ba, ditewîne fezayê Hîn xam im diteyîsim, ey dil were bi hewarê Ji her gotinek rast re çêbûye hezar neyar Memo bide pey dil guh mede xwenezanan Dest bide dilê tenik rûyê xwe bide çiyan Vegere li xewlana xwe, gotinê meke erzan