Şîreta Dil

Mem Ararat

    Continúa después del anuncio

    Li vê dewra axirzeman bixwişkek im li peravê
    Tebat bû xewna zinêr
    Min dil daye belayê
    Li pêşiya min zeryayek ji rê, kî diçe êdî nayê
    Dil navê qesrên zêrin
    Pêre ketim belayê

    Wextekê ez î xam bûm nîvwenda bûm li beyaran
    Serkanê xeyalên xwe, sêwiyê li ber dîwaran
    Piştî evînê min dît xeyaleke dunya
    Weke xunaviyekê difûre li hemana

    Continúa después del anuncio

    Wextekê ez î xam bûm radizam li ser ewran
    Dil dixwest bi firê bikeve, lê giran bûn destên vala
    Piştî salan min dît hêjî xamim wek zarokan
    Hîn jî diêşe dilê min bi gotinên necamêran

    Li vê dewra axir zeman, rastî jî êdî rast nayê
    Bext bûye xulamê text, deng biliya ye ji xwezayê
    Li pêşiya min nexşeyek ji ba, ditewîne fezayê
    Hîn xam im diteyîsim, ey dil were bi hewarê

    Ji her gotinek rast re çêbûye hezar neyar
    Memo bide pey dil guh mede xwenezanan
    Dest bide dilê tenik rûyê xwe bide çiyan
    Vegere li xewlana xwe, gotinê meke erzan

    Información de la canción

    Composición:

    ¿Los datos están equivocados?

    Enviar revisión